• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Bajarvaniya Sûr li Amed û şanda li gel kir

Gulan Media August 31, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Bajarvaniya Sûr li Amed û şanda li gel kir
Duh pênçşem 30/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Abdullah Demirbaş Serokê Bajarvaniya Sûr li Amed û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, ku Serokê Bajarvaniya Parêzgeha Dihokê amade bû, Serokê Bajarvaniya Sûr li Amed niyaza serdana xwe ji bo Serok Barzanî ronahîkir ku ji bo behskirina rewşa bajarê Amedê ji bo xelkê Parêzgeha Dihokê li rûyê rewşenbîrî û hunerî û werzîşî û dîrokî ve û piştî temambûna vê serdanê jî şandekî bajarvaniya Dihok ji bo heman mebestê serdana Amedê dike û mebest jî ji her du serdanan bi hevdû aşînabûna her du aliyane.

Serok Barzanî destxweşiyê vê hengava li her du bajarvaniyan kir û tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera parêzgehên Herêmê û Tirkiye yê ya bi mebesta pêşxistina pêwendiya birayetiya di navbera wan de kir.
Top