• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media August 31, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir
Duh pênçşem 30/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Frêdrîc Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir ku ji bo dawî hatina erkê xwe serdan kiribû.

Li hevdîtinê de, Konsolê Giştî yê Fransa xweşhaliya xwe bi karkirina li Herêma Kurdistanê û wan pêşketinên li Herêmê hatine holê derbirî û spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li dema karkirinê da piştgîriyê li kar û çalakiyên Konsolxaneya Fransa li Herêmê kiriye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî erk û westabûna birêz Tîssot kir ku li dema karkirinê da li Herêma Kurdistanê rolekî berbiçav li pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de wekî dostekî kevinê gelê Kurdistanê dîtiye û hêviya serkeftinê jî li erk û karê wî yê nû de xwest.
Top