Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de, Konsolê Giştî yê Fransa xweşhaliya xwe bi karkirina li Herêma Kurdistanê û wan pêşketinên li Herêmê hatine holê derbirî û spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li dema karkirinê da piştgîriyê li kar û çalakiyên Konsolxaneya Fransa li Herêmê kiriye.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî erk û westabûna birêz Tîssot kir ku li dema karkirinê da li Herêma Kurdistanê rolekî berbiçav li pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de wekî dostekî kevinê gelê Kurdistanê dîtiye û hêviya serkeftinê jî li erk û karê wî yê nû de xwest.
