• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Brîtanya kir

Gulan Media August 31, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Brîtanya kir
Duh pênçşem 30/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Brîtanya kir.

Li hevdîtinê de, pêşxistina pêwendiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li warê geşepêdana aborî û handana veberhênana li Herêma Kurdistanê da hate nirxandin û her du alî jî xweşhaliya xwe bi asta pêwendiya du qolî derbirî û hêvî xwest ku hengavên baştir li wan waran da bê avêtin.
Top