Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Brîtanya kir
Li hevdîtinê de, pêşxistina pêwendiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li warê geşepêdana aborî û handana veberhênana li Herêma Kurdistanê da hate nirxandin û her du alî jî xweşhaliya xwe bi asta pêwendiya du qolî derbirî û hêvî xwest ku hengavên baştir li wan waran da bê avêtin.
