Artêşa Azad 10 firokeyên Esed têk dan
Ev operasyon a duyemîn e ku artêşa azad di rojekê de pê radibe. Firokxaneya Teftnaz a leşkerî li Îdlibê jî ket ber êrişa hêzên Ehrar el-Şam a girêdayî artêşa azad û di encama wê êrişê de 11 helîkopterên Esed hatin têkdan.
Tevna Sûrî ya Mafên mirovan ragihand, hêzên Esed duh zêdeyî 140 kesan kuştin û êvara duh pevçûnên giran di navbera artêşa azad û artêşa Esed de li navçeya Seyde Zeyneb li Şamê derketin holê.
Di aliyê siyasî de, biryar e îro civata Ewlekariya Navneteweyî civînekê saz bike bi mebesta gengeşekirina rewşa mirovî li Sûriyê. Wezareta derve ya Fransayê diyar kir ku Fransa ji endamên civata ewlekariyê daxwaz dike helwesta xwe ji gelê Sûriyê zelal bikin.
Wezîrê derve yê Fransa Loran Fabios daxuyand, welatê wî li gel Tirkiyê şêwirê dike ji bo gotûbêjkirina mîkanîzma parastina deverên tampon ji bo parastina penaberên Sûriyê yên ku ji tirsa rêjîma Esed direvin derveyî Sûriyê.
Rudaw
