Cemîl Çîçek bi wekalet bo serokê Tirkiyê
Li gor nivîsa 29/8`ê li rojnameya fermî hate belav kirin ku Ebdula Gûl ji ber nexweşiya xwe serokê parlemana Tirkiyê Cemîl Çîçek bi wekalet ji 29/8 heya 31/8 /2012`an, daniye cihê xwe.
Ev gava serokkomarê Tirkiyê jî li gor madeya 106 a destura Tirkiyê hatiye.
Ji aliyekî din ve wezîrê tendirustiyê Receb Akdag ragehandiye ku Ebdula Gûl niha tendirustiya xwe berve başiyê ve diçe û ji aliyê çend pizîşkên taybet ve çavdêrî lê tê kirin.
Di roja 28/8 de jî Ebdula Gûl ragehand ku ew nikare beşdarî li helkefta salvegera serkeftina Tirkiyeyê bike ku dikeve roja 30`ê tebaxê.
Xendan
