• Sunday, 08 February 2026
logo

Cemîl Çîçek bi wekalet bo serokê Tirkiyê

Gulan Media August 30, 2012 Nûçe
Cemîl Çîçek bi wekalet bo serokê Tirkiyê
Roja 29/8/2012`an, serokê Tirkiyê Ebdula Gûl bi nivîseke fermî serokê parlemana Tirkiyê Cemîl Çîçek bi wekalet li şûna xwe kir serok.

Li gor nivîsa 29/8`ê li rojnameya fermî hate belav kirin ku Ebdula Gûl ji ber nexweşiya xwe serokê parlemana Tirkiyê Cemîl Çîçek bi wekalet ji 29/8 heya 31/8 /2012`an, daniye cihê xwe.

Ev gava serokkomarê Tirkiyê jî li gor madeya 106 a destura Tirkiyê hatiye.

Ji aliyekî din ve wezîrê tendirustiyê Receb Akdag ragehandiye ku Ebdula Gûl niha tendirustiya xwe berve başiyê ve diçe û ji aliyê çend pizîşkên taybet ve çavdêrî lê tê kirin.

Di roja 28/8 de jî Ebdula Gûl ragehand ku ew nikare beşdarî li helkefta salvegera serkeftina Tirkiyeyê bike ku dikeve roja 30`ê tebaxê.

Xendan
Top