Lûtkeya “Welatên Bêalî” li Îranê dest pê kir
Di destpêka lûtkeyê de ku bi awayekî zindî di televizyona fermî ya Îranê de tê weşadnin, rêberê Îranê Elî Xanimeyî gotarek li pêşiya şandên beşdar xwend.
Di nav serkirdeyên beşdar e, serokên Misr, Efanistan, Libnan, Pakistan, Sûdan, Felestîn û Zembaboy.
Her wiha Serokwezîrên Iraq, Hindistan û Sûriya û serokê parlamentoya Kûriya Bakur jî tê de beşdar in
Di lûtkeyê de, ji koma 120 welatên endamên serok û serokwezîrên 29 welatan beşdar in.
Ev 16emîn lûtkeya Tevgera Welatên Bêalî ye û dê Misr di destpêka wê de serokatiya rêxistinê bide Îranê.
AKnews
