• Sunday, 08 February 2026
logo

Rewşa Suriyeyê bi giştî û a penaberên surî mijara civînê bû

Gulan Media August 30, 2012 Nûçe
Rewşa Suriyeyê bi giştî û a penaberên surî mijara civînê bû
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ofîsa xwe li bajarê Hewlêrê, duhî roja çarşemiyê 29.08.2012ê pêşwazî li sefîrê Japoniyayê yê Îraqê ku, bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî serdana herêma kurdistanê kiriye, kir.

Di dîdarekê de, sefîrê Japoniyayê yê Îraqê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û fermangeha têkeliyên derve, bo wê hevkarî û hevahengiya di dema karkirina wî de li Îraqê pê re kirî, kir.
Sefîrê japonî behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Japoniyyaê de kir û got ku, têkeliyên di navbera her du aliyan di sewyeyeke baş de ne.

Herwesa şandeya mêvan behsa kar û bernameya rêxistina Cayka a japonî li Îraqê û herêma Kurdistanê kir got: ”Ofîsa serekî a rêxistina Cayka li herêma Kurdistanê ye. Ev yek jî aramî û îstîqrara rewşa herêma Kurdistanê di hemû waran de û bi taybetî di warê emnî de nîşanan dide.”

Felah Mistefa kar û xebatên sefîrê Japoniyayê yê Îraqê û rola wî di pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Japoniyayê de bilind nirxand. Misteha got ku herêma Kurdistanê dixwaze di paşerojê de têkeliyên xwe bi Japoniyayê re xurtir bike û bazineyê hevkarî û hevahengiyê di warên siyasî, aborî, civakî, rewşenbîrî û zanistî de berfirehtir bike

Rewşa Suriyeyê bi giştî û bi taybetî rewşa penaberên surî li herêma Kurdistanê mijareke din a dîdarê bû. Di vê çarçoveyê de berprisê têkeliyên derve got ku, hikûmeta Kurdistanê li gor îmkanên xwe û bi hevkarî digel ajansa UNHCR dê pêdawîstiyan bo koçberên surî yên li herêma kurdistanê dabîn bike û got:
- Pirsa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkarî û piştgiriya navdewletî heye, jiber ku rewşa Suriyayê roj bi roj aloztir dibe û hijmara penaberan jî di zêdebûnê de ye.
Top