BDP di rapirsînê de yekem car sedî 8 distîne
Ji ber di her sê salên derbasbûyî de gelek birêveberên BDPê hatine girtin, gelek derdor di wê baweriyê de bûn ku BDP bi van operasyonan lawaz bûye. Ji ber vê çendê bi taybetî bilindbûna dengên BDPê di asta herî bilind de balê dikişîne li ser xwe.
Li gor rapirsînê xelk ji siyaseta Sûriyê ya Tirkiyeyê ne memnûn in
Sedemê kêmbûna dengên AKPê ya ji sedî 8an jî wekî encama siyaseta hikûmetê ya beramberî Sûriyê tê destnîşankirin. Di rapirsînê de sedî 67ên beşdaran pirsa "Hûn gavên hikûmetê di derbarê Sûriyê de davêje çawa dinirxînin?", wekî "Neyînî" dibersivînin. Ji wê yekê pispor sedemê daketina dengên AKPê bi siyaseta wê ya Sûriyê ve girê didin.
Li gor encamên rapirsînê ger vê yekşemê li Tirkiyeyê hilbijartinê giştî çêbibe dê AKP sedî 46,7, CHP sedî 19,5, MHP sedî 16.1 û BDP sedî 8 ê dengan bistînin. Di rapirsîna di tîrmeha îsal de hatibû kirin de dengên AKPê û CHPê bilindtir bûn û yên MHPê û BDPê hindiktir bûn.
Rudaw
