Ciwanekî Kurd ê ji bajarokê Kelar di azmûna firokeyên F16 bû yekemîn û ew tenê di azmûnê de bi ser ket. Hesen Cîhad ku endamê Lijneya Asayiş û Bergirî li Parlamentoya Îraqê ye, ji Rûdawê re diyar kir ku azmûnek ji bo ciwanên herin Emerîka û perwerdehiya pîlotiya F16an bibînin hate lidarxistin. Li gor heman çavkaniyê azmûna navderbasbûyî ji bo şagirtên li seranserî Îraqê pêk hat. Ji bo ciwanên dixwazin bibin pîlot, azmûn li beşek taybet ya balyozxaneyekî çêbûye lê belê cih û navê balyozxaneyê nehate gotin.
Hesen Cîhad ku di heman demê de endamê Hevpeymana Kurdistan e, da zanîn ku ciwanekî Kurd ê navê wî Dilşad e û ji bajarokê Kelar e, dereceya yekemîn bi dest xist û herwiha wî tenê karî bi serkeftî azmûnê derbas bike. Ji nava ciwanên diin ên beşdar kesekî din nekarî azmûnê derbas bike û bi serbikeve.
Rudaw