• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Japonya li Iraq kir

Gulan Media August 29, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Japonya li Iraq kir
Duh çarşem 29/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Susumu Hasîgawa Balyozê Japonya li Iraq kir ku ji bo dawî hatina erkê xwe seredan kiribû.

Li hevdîtinê de, her du alî tîşk xistin li ser pêwendiyên Herêma Kurdistan û Japonyayê û li vî warî de Balyozê Japonya amadehiya welatê xwe ji bo berev pêşve birin û rêpêdana zêdetirê pêwendiyan bi taybetî li wan waran de nîşanda ku ji bo her du aliyan girîngin.

Serok Barzanî û Balyozê Japonya li ser wê yekê bi hevrebûn ku aramiya siyasî jîngehekî aram ji bo encamdana pêvajoya avadankirinê diafirîne û rewşa Herêma Kurdistanê ji bo van cûre pêvajoyan amadeye, ji bo wê yekê Japonya amadeye li hemû waran da hemû hevkariyek pêşkêş bike û pîsporî û şarezayiya Japonyayê veguhezin Herêma Kurdistanê. Balyozê Japonya li Iraq ragihand ku hejmarekî zêdeyê kompanyayên Japonî amadene beşdarî li pêvajoya avadankirina Herêmê de bikin.

Serok Barzanî ji bo wê rola ku li pêşxistina pêwendiyan da dîtiye spasiya Balyozê Japonya kir û hêviya serkeftinê li wê erka wî ya nû xwest û her wiha tevahiya amadehî û kar hêsaniya Herêma Kurdistanê ji bo kar û projeyên Japonya de nîşan da.
Top