Li Kerkûk teqîn: 3 polîs mirin û Serhed Qadir birîndar bû
Jêderekê ji cihê bûyerê ji AKnewsê re ragihand, "Rêveberê Polîsên Qeza û Şaregundên Kerkûkê Serhed Qadir di nav birîndarên teqîna berî bîstekê li bajarê Kerkûkê de ye.”
Jêderê diyar kir ku di encama vê teqînê de 3 poîsan canê xwe ji dest daye û 4ên din birîndar bûne ku ji wan Serhed Qadir e.
Bajarê Kerkûkê yek ji deverên herî giring yê nakokîdar di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ye, bajarekî pêkvejiyanê ye ku kurd, ereb, turkmen, xrîstiyanî û çend pêkhatên din tê de dijîn.
Aknews
