• Sunday, 08 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê gefa rawestandina hinartina neftê dide

Gulan Media August 29, 2012 Nûçe
Herêma Kurdistanê gefa rawestandina hinartina neftê dide
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nû ve gef li Hikûmeta Iraqê xwar ku hinartina neftê rawestîne, ji ber ku Hikûmeta Federal hîn lêçûna kompaniyên neftê yên li herêmê nade.

Tê zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heftê vê mehê de jinûve nefta xwe bi rêya Hikûmeta Iraqê hinartin piştî ku du nîsana borî rawestandibû û hişyar dabû ku ew ê dîsa rawestîne eger lêçûna kompaniyan nehê dayîn.

Berpirsekî payebilind di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji ajansa Reuters ê re gotiye ku Kurdistan di destpêka êlûna dahatî de dê dîsa hinartina neftê rawestîne çunku ta niha ti pêngaveke erênî ji aliyê Hikûmeta Iraqê nehatiye avêtin bo dayîna lêçûna kompaniyên neftê yên li herêmê.

Hêjayî gotinê ye, Iraq navbera Hewlêrê û Bexdayê de nakokiyeke kevin heye li ser pirsa neftê, ku Hikûmeta Iraqê tenê ji mafê xwe dibîne girêbestan digel kompaniyên neftê de îmze bike, hevdem Herêma Kurdistanê çendîn girêbest digel kompaniyên neftê yên herî mezin di cîhanê de morkirine.

AKnews
Top