• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Gulan Media August 28, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
sêşem 28/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Sîmon Kolîs Balyozê Brîtanya li Iraq û Hîw Îvans Konsolê Giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, pêwendiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan, bi taybetî li warê uzeyê(enerjî) de hate nirxandin û her du alî li ser berdewamiya şêwirîna li hevdû ya li pirsên siyasî û aboriyan da û ew pirsên ku xizmet bi berjewendiya her du aliyan de digihînin bi hevrebûn.

Her wiha nirxandina pêşketinên dawî ya navçeyê û sedemên wê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.
Top