• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Parlemena Brîtanya kir

Gulan Media August 28, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Parlemena Brîtanya kir
Duh sêşem 28/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî bilinda Parlemena Brîtanya ya bi Serokayetiya xanim Baroness Morris Endama Encumena Lordatiya Brîtanya û Seroka Lîjneya Rojhilata Navîn û endamiya hejmarek ji Parlementarên ser bi Partiya Parêzgerên wî welatî kir.

Li hevdîtinê de, xanim Baroness Morris vê serdana şanda bilinda Parlemana Brîtanya bi mebesta aşnabûna rewşa Herêma Kurdistanê bi hengavekî girîng wesif kir û dûpat kir ku Brîtanya bi girîngiyê ve li pêgeha rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî li Iraq û navçeyê û bi çavekî rêz ve temaşa pêkve jiyan û diyardeya firehiya li Herêma Kurdistanê dike û girîngiyê dide rola jinan û dixwaze pêwendiya siyasî û aboriyên li gel Hikûmeta Herêmê bi hêztir bike.

Serok Barzanî ji bilî bilind nirxandina rola Brîtanya û Jon Macer bi taybetî li azadkirina Iraqê de, tîşk xiste ser wan karesatên ku li serdema rejîma berê de dûçarî gelê Kurdistanê bûbû û qonaxên avadankirina Herêm û berdewamiya pêvajoyê de hêvî xwest ku welatî Brîtanya rola zêdetir li vê pêvajoyê de bibînê û pêwendiyên di navbera her du aliyan jî bigihe astekî bilind.

Paşê Serok Barzanî sebaret bi rewşa Iraq û pêwendiya di navbera Herêm û Bexda û tevahiya navçeyê de bersîva pirsiyara Parlementerên Brîtanya da.
Top