Kurdên Sûriyê pêşniyazên çareseriyê pêşkêş dikin
Mihemedê Mûsê Endamê Komîteya Peywendiyan yê ENKSê ji AKnewsê re ragihand, "Şandeke kurd di gotûbêj û civînên dijbereya Sûriyê de li Qahîreyê hazir bû û çend pêşniyaz sebaret çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê pêşkêşî Komkara Ereb kir."
Mûsa got, "Kurd pêkhateyeke serekî ye ji gelê Sûriyê û cihê me di nava Sûriyê de û mafê me di çarçoveya niştimana Sûriyê de ye."
Mûsa got wan ji Komkara Ereb daxwaz kir palpiştiya dijbereyê bike bo pêkhênana serkeftinê û ji bo çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê wan çend pêşniyaz pêşkeş kirin.
Hêjayî gotinê ye, kurdan di hezîrana borî de ji Kongreya Opozisyona Sûriyê ya li Qahîreyê ji ber redkirina daxwazên wan ji aliyên hinek aliyê dijber ve, xwe vekişandin.
AKnews
