• Sunday, 08 February 2026
logo

“Sedan efser û leşkerên Pasdarên Îranê li Sûriya ne”

Gulan Media August 28, 2012 Nûçe
“Sedan efser û leşkerên Pasdarên Îranê li Sûriya ne”
Fermandarekî artêşa parêzvanên şoreşa Îranê (Pasdar) aşkere kir ku bi sedan efser û leşkerên artêşa Pasdaran bo Sûriya hatine şandin daku piştgiriya Beşar Esed bikin.

Rojnameya “The Wall Street Journal” ji zarê Salar Abnûş yek ji fermandarên Padarên Îranê veguhastiye ku Îranê serkirdeyên pasdaran û bi sedan leşker şandine Sûriya daku piştgiriya Esed bikin dijî çekdarên opozisyonê.

Abnûş bal kişand ku hêzên ewlekariya Sûriya di warê sîxurîkirina li ser opozisyonê de rahênan li ser destê Îranê dîtine.

Bi gotina Abnûş, biryara şandina hêzên pasdaran piştî êrişên hêzên opozisyonê li ser Heleb û Şamê hat.

Rojnameyê ji zarên çavkaniyên ji artêşa Pasdaran belav kiriye ku rejîma Îranê bi pere û çekan piştgiriya rejîma Sûriya dike.

Abnûş li parêzgeha Qezwînê di daxuyaniyekê de derbarê çalakiyên artêşa Pasdaran li Sûriya got, “Em şerekî leşkerî û rewşenbîrî li Sûriya dikin.” Malpera al-Arabiya wiha belav kiriye.

AKnews
Top