Li Girtîgeha Colemêrgê alozî
Hate ragihandin ku girtiyan nivînên xwe anîne hewşa girtîgehê û dane ber agir, lê şewat ji aliyê agirkujan ve hatiye vemirandin. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin çêkir. Kurt piştî ku ji girtîgehê derket, agahî da çapemeniyê. Kurt diyar kir ku rewş asayî ye. Li gorî agahiyên ji hundir hatin girtin, tişt bi kesî nebûye. Alîkarê Midûrê Ewlehiya Colemêrgê Cemîl Durmuş hat ber girtîgehê. Durmuş, ji malbatên girtiyan ku ev agahî bihîstin û li ber deriyê girtîgehê kom bûn re got ku rewş asayî ye.
Rudaw
