Wezîrê Gihandinê yê Iraqê dest ji kar vekêşa
Mihemed Elawî di daxuyaniyekê bo AFP ragihand, “Ji ber ku Malikî mercên derbarê destêwerdanan siyasî di nav karûbarên wezaretê de pêk neanîne, min des ji kar berda.”
Elawî got jî, “Ez ne amade me di wezaretekê de kar bikim ku gelek destêwerdan tê de heye.”
Elawî aşkere kir ku wî nemya desjikarvekêşana xwe di 28ê tîrmeha borî de pêşkêş kiribû û piştî nêzîkî mehekê Malikî daxwaza wî pesend kir.
Elawî got jî, “Gelek kes ji wezaretê bo wezaretên din dihatin veguhastin û min ev yek nedixwest, lê ew bi biryarên Malikî hatine veguhastin.”
AKnews
