Têkeliyên Kurdistan û Koreya Başûr pêşkeftineke berdewam
Berpirsê ofîsa sefaretxaneya Koreya Başûr ku, bi minasebta didawîhatina wezfeya wî serdana Hewlêrê kiriye, li hember wî hevkarî û alîkariya pê re hatiye kirin, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî sipasiya fermangeha têkeliyên derve kir û got:
- Dê wê dema min li herêma Kurdistanê karkirî de têkeliyên herêma Kurdistanê û Koreya Başûr bi awayekî ber bi çava pêşketine û ev yek jî min gelek kêxweş dike.
Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berprisê têjeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi giringiyeke emzin bi têkeliyên xwe yên digel Koreya Başûr ku, li ser esasê berjewendiyên hevbeş hatine avakirin, dide.
Mistefa herwesa behsa wan kar û xebatên ajansa Koyka a Koreya Başûr bi rêya hêzên tîma Zeytûn pêşkeşî herêma Kurdistanê kirîn kir û ew kar û çalakî bilin nirxandin.
