Li Duhokê pêşangeha Danielle Mitterrand, kurd û enfal
Di vê pêşangehê de her yek ji rojnamevan Jan Luk Sîmob, Baskal Şarbiron û Şukrî Berwarî bi hevkarî digel rojnameya La Montagne Centre France û rêxistina Fransa bo azadiyê ku, dosta gelê kurd Danielle Mitterrand serokatiya wê dikir, beşdar bin.
130 wêne di vê pêşangehê de dên bên nîşandan û tebîrê ji karesata Enfala, kampên penaberan li Mardîn, diyarbekir û serdana Danielle Mitterrand bo wan kampên penaberên kurdên başûr yên ji ber êrîşên arteşa Îraqê û kîmiyabarên koçberî bakurê Kurdistanê bibûn dikin.
