• Sunday, 08 February 2026
logo

Cizîra Botan bû qada şer!

Gulan Media August 27, 2012 Nûçe
Cizîra Botan bû qada şer!
Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şidiyayî êrîşî mîtînga 'Em meşa we ya Azadiyê silav dikin' kirin. Kolan û qadên cizîrê bûne qadên şer.


Duhî (26/8/2012) piştî danê nîvro ji bo tevlîbûna mîtînga 'Em meşa we ya Azadiyê silav dikin' bibin, bi hezaran xelkê Kurdên Hezex, Şirnex û Cizîrê berê xwe dane qada mîtîngê li Cizîra Botan. Lê, polîsên Tirk bi bombeyên gazî û ava şidiyayî êrîşî mîtîngê kirin. Xelkên tevlî mîtîngê bûyîn jî bersiva êrîşê bi kevir û daran dan û kolan û qadên Cizîrê bûne qadên şer.


Avestakurd
Top