• Sunday, 08 February 2026
logo

Ehmed Turk: Sed Sala Niha Sed Sala Azadîya Kurdan e

Gulan Media August 27, 2012 Nûçe
Ehmed Turk: Sed Sala Niha Sed Sala Azadîya Kurdan e
Hevserokê KCD'ê û parlementerê Mêrdînê Ehmed Turk, li Şemrexê di mihrîcana çandê û ciwanan ya Şemrexê de ragehand ku, bi sed salanin gelê Kurd bê ziman, nasname û statu hatiye hiştin, lê dê ev sed sal bibe sed sala azadiya gelê Kurd.


Ehmed Turk di Mihrîcanê de diyar kir û got: “Bi sed salanin gelê Kurd bê ziman, nasname û statu hatiye hiştin, lê dê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê Kurd.”

Hevserokê KCD bi bîr xist, ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi dest bixin bedelên mezin dane û hêj didin.

Turk da zanîn ku gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe lîstikên dewletê yên qirêj tev pûç kirin û wiha got: "Gelê kurd ji bo azadî, demokrasî û aştiyê her tim li kolanan têkoşiya ye. Divê her kes daxwazên gelê kurd baş zanibe. Gelê kurd aştî û azadiya xwe dixwaze.”
Top