Di xeta petrolê ya Kerkuk-Yumurtalikê de şewat derket
Li nêzî navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê, li ser xeta petrolê ya Kerkuk-Yumurtalikê şewat derket. Piştî şewatê di xeta petrolê de teqîn pêk hat. Şewata petrolê didome û yekîneyên agirkujê çûn herêmê.
Piştî şewatê şandina petrolê hat rawestandin. Sedemên derketina şewatê tên lêkolînkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.
Rudaw
