Li Dijî Komkujiya Dersîmê Doz Tê Ve Kirin
Di komkujiya Dêrsimê a sala 1937-38 an de, Alî Dogan, dayika xwe, xwuşk û birayên xwe jî têde, nêzika 20 mirovên xwe wenda kirine. Bixwe jî singû xwariye û bi tesadufî xelas bûye.
Alî Dogan ji bo ku, dewlet bi zimanekî fermî lêborînê ji xelkê Dêrsimê bixwaze, doz vekir. Di daxwaznameya xwe de Alî Dogan wiha dibêje:
"Di komkujiyê de, ji kesên ku xizmên xwe wenda kirine bila lêborîn were xwestin. Bila merasîmên bibîranînê lidarbixînin. Ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin, bila dewlet misogeriyê bide."
Alî Dogan, berî doz vekirinê, serî li desteya wezîran dabû ku, lêborîn bê xwestin, lê bersiv negirt. Li ser vê îcar jî, doza lêborîn û îtibar îade kirinê, li dadgeha bilind vekir.
Parêzerê Alî Dogan, Bariş Yildirim, anî ziman ku, li gorî zagon û pîvanên navneteweyî, pêwiste lêborîn were xwestin.
Di daxwaznameya dozê de belgeyeke din jî cih girt. Belge telgrafeke û ji aliyê mufetîşê artêşa 3. orgeneral Kazim Orbay ve, ji serokwezîrê wê heyamê Celal Bayar re, wek raporeke rojane hatiye şandin. Di wê telgrafê de tê îfadekirin ku, di nav de xizmên Alî Dogan jî hene, 395 gundî hatine qetilkirin.
Kurdistantv
