Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî birêz Mihemed Xalîd Boselî kir
Birayê birêz Mihemed Xalîd Boselî
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya xwedê jêrazî Remezan Xalîd Boselî yê birayê we gihîşt min.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyê li we û malbata we ya rêzdar dikim û hevbeşê xema we me.
Xwedayê mezin xwedê jêrazî bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û wî bi bihûşta berfireh şad bike û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê û we ji her astengî û belayek jî dûr bigrê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/08/2012
