Hunermendek kurd li Şamê hat girtin
Malpera Tura Efrîna belav kir ku hêzên ewlekariya Sûriyê li bajarê Şamê hûnermendê Kurd Mihemed Omer Oso binçavkirin û birin cihekî ne diyar.
Mihemed Oso hunermend, lîstikvan û nivîskarekî kurd e. Mihemed Oso li bajarê Şamê ji dayîk bûye. Oso berî niha di festîvala Şamê ya navneteweyî ya sînemayê de ji bo rêzefilma televiyzonê ya bi navê Bukra Ehla (Sibe Baştire) xelata yekemîntiyê wergirtibû. Oso li Sûriyê di gelek filman rol girtiye.
Hunermend Mihemed Omer Oso di xwepêşandanên li Şamê li dijî rejîma Sûriyê dihatin encamdayîn de jî beşdar dibû. Berî niha jî Oso çend caran ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû girtin û piştre hatibû berdan.
Rudaw
