• Sunday, 08 February 2026
logo

Demîrtaş: Bila dê û bavên leşker û polîsan li dijî şer dakevin kolanan

Gulan Media August 26, 2012 Nûçe
Demîrtaş: Bila dê û bavên leşker û polîsan li dijî şer dakevin kolanan
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand hikûmeta Îsraîlê ji bo ku leşkerekî wan ê dîl bê serbest berdan bi sedan dîlên filistinî ji zindanan serbest berdide lê Tirkiye tu qîmetê nade leşkerên xwe dîlgirtî. Demîrtaş, bang li malbatên leşker û polîsan kir û xwest weke dayikên gerîlayan li dijî şer dakevin kolanan û daxwaza aştiyê bikin.

Hevserokê BDP’ê û Parlamenterê Culemêrgê Selahattîn Demîrtaş, derbarê 3 leşkerên ku 19 roj berê li ser riya Amed-Çewlikê ji aliyê PKK’iyan ve hatibûn revandin de, bi malbatên leşkeran re civîneke çapameniyê pêk anî. Demîrtaş, li avahiya BDP’a Amedê bi malbatên leşkerên dîlgirtî Hadî Gîzlî, Ramazan Başaran û Reşat Çaçan derkete pêşberî kamerayan û nêrîna xwe ya derbarê mijarê de vegot.

Demîrtaş, bal kişand hikûmeta Îsraîlê ji bo ku leşkerekî wan ê dîl bê berdan bi sedan dîlên di destê xwe de ji girtîgehan serbest berdide lê Tirkiye tu qîmetê nade leşkerên xwe yên dîlgirtî. Demîrtaş, destnîşan kir dewlet bi darê zorê ciwanan dibe leşkeriyê lê dema ku dîl jî têne girtin bêdeng dimîne û wiha got: “Bila leşkeriya mecbûrî rabe, mafê reda ûcdanî pêk bê. Dewlet divê xwedî li malbatên leşkerên dîlgirtî derkeve. Dema ku leşkerekî dimire qiyametê radikin lê dema ku leşker sax in tu qîmeta wan nizanin. Ev durûtî ye.”

Demîrtaş, bang li malbatên leşker û polîsan jî kir û xwest weke dayikên gerîlayan li dijî şer dakevin kuçe û kolanan û daxwaza aştiyê bikin.

Rudaw
Top