Li Colemêrgê neft hat dîtin
Wezîrê jêderên sirûştî yê Tirkiye Taner Yildiz ragiahnd ku, li parêzgeha Colemêrg ya Bakurê Kurdistanê neft hatiye dîtin.
Yildiz dazanîn ku, hindek rêxistin naxwazin hewlên lêgerîna li pey neftê bên encam dan, lê her çawabe ewê berdewambin di lêgerîna li pey neftê, lewra ew dixwazin bîrekê bi qasî 1700 kîlometran bikolin.
Taner weha got: Ez bawer nakim ku, Tirkiye di demek nêz ji arîşeya terorê rizgar bibe, lê em berdewamin di karên xwe de û hêvîdarin ku di sala dahatî de karên me temam bibin.
Taner daznîn ku, karên lêgerînê li pey dîtina neft û Gazê bi awayekî bi lez birêve diçe û li parêzgeha Amedê jî kompaniyekê ji bo dîtina Gazê dest bi kolanê kiriye.
Çendîn carin ku, nûçeyên bi vî awayî li nav mîdyayên Tirkiye de hatine belav kirin, lê deshelatdarên wî welatî rêgirî li kompaniyan kiriye, ji ber çalakiyên gerîllayên PKK`ê, lewra piraniya proseyên dîtina neftê şikestin anîne.
Xendan
