• Sunday, 08 February 2026
logo

Goran: Em dest ji para herêmê ji budceya Iraqê bernadin

Gulan Media August 26, 2012 Nûçe
Goran: Em dest ji para herêmê ji budceya Iraqê bernadin
Berpirsê têkiliyên derve yên Tevgera Goran ragihand ku pirsa petrolê bûye pirsgirêkeke mezin navbera Hewlêr û Bexdayê û divê bi diyalogê bê çareserkirin, her wiha tekîd kir ku ew dest ji para 17% ya Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê bernadin.

Mihemed Tewfîq Rehîm ji AKnewsê re daxuyand ku divê pirsgirêka petrolê ya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta Bexdayê bi rêya gotûbêja navbera aliyan bê çareserkirin.

Rehîm got jî, “Encamdana serjimêriya giştî li Iraqê pêdivî û girîng e ji bo cihgîrkirina mafê Herêma Kurdistanê ji dahatê welat, her wiha ji bo tevahiya Iraqê girîng e, em dest ji para 17% ya herêmê ji budceya Iraqê berndain û em ê daxwaza mafê xwe bikin.”

Heftiya borî, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî ragihand ku li gorî amarên dezgeha navendî ya amarê li Iraqê, hejmara xelkê Herêma Kurdistanê 13% ye û daxwaz kir ku budceya herêmê ji 17% bo 13% bê kêmkirin.

Lê Wezîr Darayî yê Iraqê Rafei Îsawî tekîd kir ku ew bi ti awayekî budceya Herêma Kurdistanê kêm nakin.

AKnews
Top