Firokek Êranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê ket xwarê
Şahîdekî li Deşta Weznê ya sînorê bajarê Serdeşt bo malpera Xendan rgihand ku. Îro demjimêr 9`ê sibê li Deşta Weznê ya bajarê Serdeşt, kopterek artêşa Pasdarên Êranê kete xwarê û tevaya sernişînên wê ku 5 kes bûn canên xwe ji dest dan.
Heman çavkaniyê eşkere kiriye ku, piştî bûyerê bi awayekî dijwar çend firok li esmanê wê deverê firiyane û rê nedan tu kesek nêzî sînorê bûyerê bibe.
Me hewl da ku daxuyaniyê ji aliyê peywendîdar werbigre, lê peywendiyên wan bê bersiv bûn.
Xendan
