• Sunday, 08 February 2026
logo

Firokek Êranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê ket xwarê

Gulan Media August 26, 2012 Nûçe
Firokek Êranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê ket xwarê
Duh sibê (25.Tebax. 2012) li nêzî sînorê Herêma Kurdistanê firokek Êranî ji ber sedemeke ne diyar kete xwarê û têkşik û tevaya sernişîmêm wê canên xwe ji dest dan.

Şahîdekî li Deşta Weznê ya sînorê bajarê Serdeşt bo malpera Xendan rgihand ku. Îro demjimêr 9`ê sibê li Deşta Weznê ya bajarê Serdeşt, kopterek artêşa Pasdarên Êranê kete xwarê û tevaya sernişînên wê ku 5 kes bûn canên xwe ji dest dan.

Heman çavkaniyê eşkere kiriye ku, piştî bûyerê bi awayekî dijwar çend firok li esmanê wê deverê firiyane û rê nedan tu kesek nêzî sînorê bûyerê bibe.

Me hewl da ku daxuyaniyê ji aliyê peywendîdar werbigre, lê peywendiyên wan bê bersiv bûn.

Xendan
Top