“Malikî sîxuriyê li ser telefonên neyarên xwe dike”
Li gorî nûçeya rojnameya el-Şeriq el-Ewset, tora peywendiyan a Iraqê ji zarê berpirsekî payebilind ê Iraqê veguhastiye ku dezgehên bi ser wezaretên Navxwe, Bergirî û hewlagiriya Iraqê çavdêriya liv û tevgerên neyarên Malikî dikin û bi taybet yên ku daxwaza vekişandina baweriyê îmza kirine.
Çavkaniyê bal kişand ku ew dezgeh her wiha sîxuriyê li ser telefonên neyarên Malikî dikin.
Di 9ê vê mehê de, çend kesatiyên siyasî ji heman rojnameyê re gotibûn ku telefonên wan di bin çavdêriya dezgehên ewlekariyê de ne.
AKnews
