• Sunday, 08 February 2026
logo

300 kes di komkujiya li Şamê de hatine kuştin

Gulan Media August 26, 2012 Nûçe
300 kes di komkujiya li Şamê de hatine kuştin
Komîteyên Hevahengiya Navxwe aşkere kir ku duhî nêzîkî 440 kesî li çend navçeyên Sûriya bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin, ji wan 300 kes di komkujiyekê de li navçeya Dareya li Şamê hatine kuştin.

Komîteyên hevahengiyê li ser rûpela xwe ya di Facebookê de belav kiriye ku duhî nêzîkî 440 kesî hatine kuştin û piraniya wan li Şamê bûn.

Encûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) jî daxuyand ku di komkujiya Dareya de bêtirî 300 kesî hatine kuştin, ji wan 120 kes şeva borî di mizgefta Ebû Silêman Daranî hatine dîtin.

Di vîdyoyên komkujiya Dareya de ku li ser “You Tube” belav bûne, termên bi sedan kes ku piraniya wan xortên di nav avahiyan de belav bûne.

Çalakvanan bal kişandin ku duh leşkerên û şebîheyên alîgirên wan êrişî navçeya Dareya kirin û xelk bi koman îdamkirin.

Li gorî çalakvanan, hin ji wan kesan bi guleyên nîşançiyan hatine kuştin û hin jî ji nêzîk ve gule li rû, qirik û seriyê wan ketiye.

di nav kuştiyan de, 3 zarok û bav û dayik û 3 apên wan hebûn ku termê wan di avahiyeke nêzîkî mizgeha Museib Bin Eimîr li navçeyê hatine dîtin.

AKnews
Top