• Sunday, 08 February 2026
logo

Balafirên Tirkiyê 6 hezar mirîşkên welatiyekî Kurdistanê kuştin

Gulan Media August 26, 2012 Nûçe
Balafirên Tirkiyê 6 hezar mirîşkên welatiyekî Kurdistanê kuştin
Şaredara qezaya Wertê ya devera Sîdekan li parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistanê, Kuwîstan Ehmed, diyar kir, şeva borî di encama bombebarana balafirên Tirkiyê li dijî deverên Qendîl de, 6 hezar mirîşên welatiyekî deverê hatin kuştin.

Kuwîstan Ehmed, ji AKnewsê re got, şeva borî di encama bombebarana balafirên Tirkiyê li dijî deverên derdora çiyayê Qendîl de, 6 hezar mirîşkên welatiyekî wê deverê hatin kuştin û yên ku mane jî dê bimirin.

Ehmed, diyar kir, îna mirîşkan ya ku ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin, dikeve navbera gundên Sêlê û Duwêlê ku nêzîkî qezaya Sengiserê ne, lê xwediyê înê xelkê gundê Zargele ye ku dikeve nav sînorê qezaya Wertê.

Şaredarê bajarokê Sîdekan, Mihemed Îsmaîl jî ji AKnewsê re got, bombebarana şeva borî negihîştiye sînorê Sîdekan, şaredarê Qesrê jî ev yek piştrast kir.

Tê zanîn, par jî di encama bombebarana deverên bintara Qendîl de ji aliyê balafirên Tirkiyê ve, 7 endamên malbatek kurd hatibûn kuştin.

AKnews
Top