Êran: Piştevaniya Esed berpirsyartiya me ye
Ajansa nûçeyan a Komara Îslamî ya Êranê li zarê parlemanterekî Êranî got ku, lijneyeke bilind ya Êranê dê ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan û danûstandina digel berpirsên Sûrî serdana Sûriyê bikin.
Ajansa Fars ya nûçeyan jî li ser zarê Serokê daîreya istixbarata zêrevanên şoreşa Êranê Hisên Taêb got: “Li ser me berpirsyartiya piştgîriya Sûriyê heye û em nahêlin hêla berxwedanê şikestinê bîne.”
Her weha ajansa Komara Îslamî ya Êranê li ser zarê serokê lijneya ewlekariya netewî û siyaseta derve li parlemana Êranê Eladîn Brocirdî ragehand û got: Lijneyeke parlemana Êranê wê bi mebesta xurtkirina peywendiyên du alî û danûstandin digel serokê parlemana Sûriyê û berpirsên din di nêzîk de serdana Sûriyê dikin û serdan du rojan didome.
Brocirdî got: Lûtkeya tevgera welatên (Bê Alî) ku 120 welat beşdar dibin û dê roja yekşemê 26/8/2012`an li Tehranê destpê bike derfeteke bo gengeşekirina qeyrana Sûriyê ye.
Hêjayî gotinê ye Tehran welatên rojava û di nav de Tirkiyê û Qeterê bi piştevaniya opozisyona Sûriyê bo ruxandina Esed tawanbar dike.
Xendan
