Wezîrê derve yê Tirkiyê dîsa gef li Kurdistana Rojav xwar
Wezîrê derve yê Tirkiyê, Ehmed Davûtoglu, duh êvarê beşdarî bernameya zindî ya televîzyona NTV ya Tirkiyê bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Davûtoglu, rewşa Sûriyê nirxand û got, rewşa aloz ya Sûriyê, zêde berdewam nabe û li gorî min, êdî mirov dikare bêje çend meh yan jî çend hefte maye rejîma Beşar Esed hilweşe.
Davûtoglu, bersiva rexneyên ku li dijî siyaseta Tirkiyê li hember bûyerên Sûriyê jî tên kirin, da û got, destpêkê me ji Beşar Esed xwest reformên pêwîst bike lê wî dest bi komkujiyê kir, ji ber wê jî me helwesta xwe li hember wî guhert û me xwe da kêleka gelê Sûriyê.
Wezîrê derve yê Tirkiyê, siyaseta Îranê li hember bûyerên Sûriyê jî rexne kir û got, siyaseta Tehranê li hember Sûriyê xelet e, ji ber ku Îran rejîmê diparêze û ev jî rewa nîne.
Ehmed Davûtoglu, çêbûna her cure statûya kurdî li Sûriyê wek “metirsiya herî mezin li se Tirkiyê” zanî û diyar kir, Tirkiyê dê bi her awayî pêşiya vê yekê bigire û nehêle herêmek otonom ya Kurdistanê li wir ava bibe.
AKnews
