Çalakiyên “Rojên nasandina Amedê” dê li Duhokê bêne lidarxistin
Îsmaîl Mistefa ji AKnewsê re daxuyand ku ew çalakî dê di bin navê “Amed bi buhara azadiya Duhokê şa dibe” di navbera 29 heta 31ê vê mehê de bêne encamdan.
Di roja yekem de, dê dîlan û guvenda kurdî ji bal koma Dîcle û Furatê bêne pêşkêşkirin û piştre pêşangeha wêneyên bajarê Amedê dê vebe ku 50 wêneyan li xwe digire, tevî ku belgefîlmek li ser Amedê dê were pêşandan.
Mistefa xuya kir ku her di roja yekem de dê dîdara bazirgan û pîşesazên Amed û Duhokê li dar keve, her wiha dê 3 kurtefîlm bê pêşandan û koma Befrîn a jinan jî dê konsêrteke muzîkê li dar bixe.
Roja duyem taybet e bi ziman, wêje, medya û werzişê.
Di roja sêyem de, beşdarên çalakiyê dê li navçeyê Amêdiyê bigerin û konsêrtekê li havîngeha Sulav saz bikin.
Mistefa aşkere kir ku biryar e piştî 2 mehên din çalakiyên “rojên nasandina Duhokê” jî li Amedê bêne lidarxistin.
AKnews
