• Sunday, 08 February 2026
logo

Desteya Bilind a Kurdî û ENSê dê li Hewlêrê bicivin

Gulan Media August 25, 2012 Nûçe
Desteya Bilind a Kurdî û ENSê dê li Hewlêrê bicivin
Serkirdeyekî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriya aşkere kir ku şandeke Desteya Bilind a Kurdî û şandeke Encûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) dê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civînekê pêk bînin.

Desteya Bilind a Kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de hatiye avakirin.

Rojnameya el-Şeriq el-Ewset ji zarê endamê Polîtburoua Partiya Yekîtî ya Kurd Ebdilbaqî Yûsif wiha veguhastiye ku Desteya Bilind û ENSê dê derbarê rewşa navxwe û pêşhatên li Sûriya gotûbêjê bikin.

Lê Yûsif amaje bi dema lidarxistina wê civînê nekir.

Li gorî zanyariyan, şanda Desteya Bilind ji 3 kesan pêk tê, 2 ji Encûmena Niştimanî ya Kurd û 1 ji Encûmena Gel.

Di civînên destpêka vê mehê de navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û ENSê de ku li Hewlêrê pêk hatin, her du alî li ser avakirina komîteyeke hevahengiyê navbera xwe de li hev kirin.

Komîteya han ji 6 kesan pêk tê, 3 ji ENSê û yê din ji Desteya Bilind a Kurdî.

AKnews
Top