• Sunday, 08 February 2026
logo

“25 hezar kes li Sûriya hatine kuştin”

Gulan Media August 25, 2012 Nûçe
“25 hezar kes li Sûriya hatine kuştin”
Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirov ragihand ku ji destpêka şoreşa Sûriya ve nêzîkî 25 hezar kes hatine kuştin ji wan bêtirî 16 hezarî welatiyên sivîl in.

Li gorî nûçeya malpera CNN a erebî, rewangehê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku wê nav û sedema kuştina 16 hezar û 384 welatiyên sivîl li ba wê hene.

Di nav wê hejmarê de 1030 kuştî ji efser û leşkerên ku ji rejîma Beşar Esed cuda bûne hene, tevî ku 5 hezar û 923 kuştî ji nav artêşa rejîmê ne.

Lê çalakvanên Sûriya dibêjin ku nêzîkî 27 hezar welatiyên sivîl ji dema destpêkirina şoreşê bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Ji bal xwe ve, Komîteyên Hevahengiya Navxwe ragihand ku duhî nêzîkî 200 kesî li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin.

Li gorî komîteyan, 96 li Şam û derdorê, 37 li Heleb, 21 li Deraa, 14 li Dêrezor, 13 li Idlib, 11 li Hims, 5 li Hema, 2 li Tertûs û yek li Hesekê hatine kuştin.

AKnews
Top