• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîreke Tirkiyê: Bila BDPê neyê parlamentoyê

Gulan Media August 25, 2012 Nûçe
Wezîreke Tirkiyê: Bila BDPê neyê parlamentoyê
Wezîra malbat û karên civakî ya Tirkiyê Fatma Şahîn got ku bila BDP neyê parlamentoyê. BDPê jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da û got: “Parlamento ne mala bavê kesî ye.”

Wezîra Malbatê û Karên Civakî ya Tirkiyê Fatma Şahîn, li ser dîmenên parlamenterên BDP’ê û gerîlayên HPG’ê li Şemzînanê, daxuyaniyek dabû. Şahîn, gotibû “An dê sînor bikin navbera xwe û terorê yan jî li meclîsa gel, li ser wî kursî rûnenîn.”

Wekîlê Serokê Koma BDPê û Parlamenterê Çewlikê Idrîs Baluken li ser axaftinên Fatma Şahîn, di Twitterê de bersiv da. Baluken wiha got: “Her roj yek din li wezîrên dev lewitî yên AKP’ê zêde dibe. Meclîsa ku Fatma Şahîn behsa wê dike, ne mala bavê wê ye. BDP jî, dê li hemberî şantaja Meclîsê bêzar nebe. Biryara dê kî li Meclîsê rûnê kî rûnenê, wezîrên nîjadperest ên AKP’ê nikarin bidin. Dê gelên me yên hêviya wan Meclîs e vê biryarê bidin. BDP, tekane pira biratiyê ya li Meclîsê di navbera gelên me de mayî ye. An dê li hemberî vê pirê wekî mîrateyeke dîrokî nêzik bibin, an jî dê sûceke mirovahiyê ya pira biratiyê têk bibe pêk bînin. Dîrok, qada darizandina sûcdarên mirovahiyê ye.”

Rudaw
Top