• Sunday, 08 February 2026
logo

Şerê navbera sune û elewyên Terablusê car din dest pê kir

Gulan Media August 25, 2012 Nûçe
Şerê navbera sune û elewyên Terablusê car din dest pê kir
Piştî ku şêxekî suneyan duh sibehê hate kuştin, şer û pevçûnên navbera sune û elewyan li bajarê Terablusê li bakurê Libnanê car din dest pê kir.

Li gorî nûçeya BBC, şêx Xalid el-Beradaî (28 sal) piştî bidawîhatina agirbesta navbera navçeya Cebel Mihsin a elewyan û taxê Qube yê suneyan hate kuştin.

BBC aşkere kir ku ew şêx bi guleya nîşançiyekî hate kuştin.

Şerê navbera elewyên li Cebel Mihsin ku alîgirên rejîma Sûriya ne û suneyên dijî rejîma Sûriya li taxê Bab el-Tebane, roja duşema borî dest pê kir û heta niha 12 kes hatine kuştin û 86 kes jî birîndar bûne.

AKnews
Top