• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîka Daxwaza Garantî Ji Îraqê Dike

Gulan Media August 25, 2012 Nûçe
Amerîka Daxwaza Garantî Ji Îraqê Dike
Duh di peyvendiyeke telefûnî de Wezîra Derve ya Amerîkayê bi hevpîşeyê xwe yê Îraqê Hoşiyar Zibarî re ragihand ku, li hember daxwaza pirçek kirina Artêşa Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve, Amerîka daxwaza garantiyekî dike ku, ev bo xwe destnîşan kiriye.

Her di vê peyvendiya han de Wezîra Derve ya Amerîkayê ji Wezîrê Derve yê Îraqê re ragihandiye ku, pêwîste di dema serdana heyeta Amerîkayê bo Îraqê de Hikûmeta Îraqê ev garantiya han pêşkêşî Rayedarên Amerîkayê bike.

Ji aliyeke din ve di derbarê serdana heyeta Amerîkayê bo Îraqê de Rojnameya Heyat ya Londonê jî diyar kiriye ku, biryare di wan rojan de heyeteke Amerîkayê bi Serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê serdana Îraqê bike.


Kurdistantv
Top