sekreterê Partîya Demokrata Kurd Li Sûriyê (El-Partî) Dr.Ebdulhekîm Beşar di gotûbêjeke taybetî de ji ajansên nûçeyan re ragihand ku, bi mebesta nêzîkbûna aliyên muxalefeta Kurd û Ereb a Sûriyê, biryar e 1ê Îlona 2012an de Nunerên civata Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, Encumena Gel, Konseya Bilind a Kurd û Muxalefeta Niştimanî ya Sûriyê (muxalefeta erebên Sûriyê) li Hewlêrê civîneke hevbeş pêk bînin.
Çavkanî eşkere kiriye ku, vê di civîna han de rewşa Sûriyayê û çawetiya dawî anîn bi aloziyên heyî werin nîqaşkirin.
Kurdistantv