• Sunday, 08 February 2026
logo

109 hezar geştyar di cejnê de hatine Herêma Kurdistanê

Gulan Media August 22, 2012 Nûçe
109 hezar geştyar di cejnê de hatine Herêma Kurdistanê
Peyvdarê Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku bi boneya Cejna Remezanê 109 hezar geştyarî hatine herêmê.

Nadir Rostî ji AKnewsê re daxuyand ku ji 16 heta 19ê vê mehê, 109 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê.

Rostî bal kişand ku ji wê hejmarê 90 hezar ji parêzgehên Iraqê û yên din ji Îran û welatên din hatine.

Rostî xuya kir ku komîteyên desteyê di nav bajar û bajarokên de serpereştiya rewşê dikin û heta niha ti pirsgirêkeke mayîna geştyaran nîne.

AKnews
Top