• Sunday, 08 February 2026
logo

Obama hişyariya destêwerdana leşkerî da Sûriya

Gulan Media August 22, 2012 Nûçe
Obama hişyariya destêwerdana leşkerî da Sûriya
Serokê Amerîka Barack Obama hişyarî da rejîma Sûriya û ragihand ku eger ew çekên kîmyayî bikar bîne dê encamên wê gelek xirab bin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Obama gor, “Heta niha min fermana destêwerdana leşkerî li Sûriya nedaye, lê eger çekên kîmyayî bêne bikaranîn an veguhastin dê biryara min bê guhartin.”

Obama wiha domand, “Pirsa çekên kîmyayî yên di destê rejîma Sûrya de ne tenê girêdayî Sûriya ye, lê belê girêdayî hevpeymanên me li navçeyê ne jî di nav de Îsraîlê.”

Obama axaftina xwe wiha domand, “Em çavdêriya rewşê dikin û me çend pilan danîne û her wiha me hemû hêzên li navçeyê agehdar kirine ku bikaranîna wan çekdan xeteke sor e û encamên wê dê gelek xirab bin.”

AKnews
Top