Tirkiye xwe amade dike bikeve Sûriyê
Li gor înûçeya rojnameya Hurriyet ya Tirkiyê, Davûtoglu, diyar kir, vê gavê, zêdetirî 65 hezar penaberên Sûriyê ji ber rewşa aloz ya wî welatî li Tirkiyê ne.
Li gorî nûçeyê, Davûtoglu, got, Tirkiye nikarîbû li hember bûyerên Sûriyê bêalî bimîne, ji ber ku tiştên ku Tirkiyê li Beşar Esed hêvî dikir, pêk nehat, ji bo wê jî helwesta Enqerê hat guhertin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê, aşkere kir, heke hejmara penaberên Sûriyê li Tirkiyê bigihîje 100 hezarî dê li nav sînorê Sûriyê de herêmek ewle ava bikin.
AKnews
