Mesrûr Barzanî: Hêvî Dikim Cejn Bibe Sedema Bihêztir Kirina Aştî Û Dostatî
Bi navê xwedê mezin û diloavn
Bi minasebeta hatina Cejna Remezanê ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, kesûkarên serbilind yên Şehîdan û Pêşmergeyên Qehreman dikim û daxwaz ji Yezdanê mezin jî dikim ku, îbadetên tevahiya me qebûl bike.
Herwiha hêvî dikim ku, welatî û mêwanên Kurdistanê jî di bin siya aramî û asayîşa Kurdistana aramde rojên xwe yên Cejn derbas bikin.
Hêvî dikim ev Cejna han bibe derfeteke din bo bihêztir kirina aştî, dostatî di navbera part û aliyên curbicur yên Kurdistanê daku, dest bidin destê hev û bi dileke paqêj bo xizmet kirina welat û Gelê xwe têbikoşîn.
Dubare Cejna we pîroz be bi hêviya serfirazî
Mesrûr Barzanî
18.8.2012
